Daxuyaniya dawî ya Sêyemîn Konferansa Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Hezîrana 2021

   “Bê jinan… Rewayî tine ye”… Ev bû diruşma sêyemîn konferansa giştî ya ku Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di meha Hezîrana 2021 de, li dar xistibû. Ev duyemîn sal e ku Konferans bi rêya online tê lidarxistin, ji ber ku ne pêkan bû ku bi fîzîkî pêk were, ew jî bi sedema pandemiya Coronayê.

  Konferans bi raporên ji Sekreteriya Giştî, komîte û komên tevgerê yên sala borî dest pê kir, ku her yek ji wan di raporên xwe yên siyasî, rêxistinî, diravî, û yên mediyayî de kurteyek li ser xebat û çalakiyan pêşkêş kir, ji bilî gengeşekirina rapora siyasî, û piştrastkirina nerîna siyasî ya tevgerê ku ji damezirandina xwe ve di cotmeha 2017an de hatine pejrandin, û salane tên pêşxistin. Her weha konferansê tehedayên  ku di sala çûyî de  rû bi rû wan bûne, û çawaniya  derbaskirina wan nîqaş kir. Her weha pêşhatên siyasî di dosyaya Sûriyê de, li ser asta navxweyî, navherêmî û navdewletî, û rewşa xelkê Sûriyê, yên li hindurê welêt û  yên li diyasporayê, hat gengeşekirin. Û tekezî  li ser girîngiya rola jinên Sûrî, li ser hemû astan, niha û di pêşerojê de, hat kirin.

    Di konferansê de hilbijartinên Sekreteriya Giştî û Komîteya Çavdêriyê jî bi serkeftî qediyan. Û hin guhertin li ser rêziknameyê, bi rêya dengdanê hatin pejirandin. Û belgeyeke  piransîpan, weke pêngavek din ji bo rêvebirina tevgerê, û bicihkirina prensîp û nirxên ku li gorî wan endamên tevgerê dixebitin.

   Her weha Konferansê tekezî li ser nêrîna Tevgera Siyasî û prensîpên wê kir, û tekez kir ku dê li ser wan berdewam bin.

  Konferans bi tekeziya li ser van xalan bidawî hat:

  • Take rê ji bo bidawîkirina êş û azara miletê Sûrî, û garantîkirina yekîtiya xak û gelê Sûriyê, ew jî bi pêkanîna veguhestineke siyasî li gorî çareseriyeke giştî, bi rêya bicihanîna biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmar 2254 (sala 2015an), û biryarên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî, di pêşiya wan de biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2118(2013), û Daxuyaniya Cenêvê (2012), bi beşdarî û nûnertiyek rasteqîn a gelê Sûrî, û ji bo vê yekê pêwîst e rêjeya beşdarbûna jinan ne kêmî % 30 be, heta dabeşkirina nîv bi nîv li hemû beşên pêvajoya siyasî, deste, komîte, û saziyên ku di qonaxa veguhêz û di Sûriyeya pêşerojê de beşdar dibin û jê derdikevin, û di her astê de, nemaze navendên biryardanê.
  • Her hilbijartin rewayiya xwe ji wê yekê werdigirin di riya dabînkirina beşdarbûna hemû Sûriyan, bi jin û mêran, li her devereke ku lê dimînin, û her proseseke hilbijartinê ya bê de divê beşek  be ji veguhestina siyasî li gorî biryarên navneteweyî yên pêwendîdar û bi çavdêriya navdewletî, û li ser bingeha destûra nû ku gelê Sûriyê dê wê binivîse, û pêwîst e rêkar bên girtin ji bo garantîkirina beşdarriyeke rasteqîn a jinan di hilbijartinan de û xwekandîdkirin ji bo hemû postan, û pejirandina vê yekê di destûr û yasaya Sûrî de.
  • Redkirina siyasetên ku armanca wan vegerandina penaberên jin û mêr e ku pîverên vergera ewle û xwebexş û birûmet ji bo wan garantî nake, û pêwîstiya vê yekê bi peydabûna jîngeha hêmin û bêalî heye ku heta niha li tu beşekê ji Sûriyê berdest nebûye, û ne mûmkin e ku berdest jî bibe, di sersiya kontrola hêzên De Facto, û bi taybet rejîma Sûriyê û kiryarên wê di dermafê jin û mêrên Sûrî de.
  • Girîngiya dadmendiya veguhêz û rêkarên pêwendîdarî wê, di nav wan de jî sizadan û lêpirsîn dermafê her kesê ku tawan û binpêkirinên ku digihêjin asta tawanên şer û tawanên li dijî mirovatiyê li Sûriyê û li dijî gelê Sşriyê kiribe, û girîngîpêdan û pêşdestiya herî astbilind bi doza girtiyên jin û mêr û kesên bi neçarî hatine bêserûşûnkirin ji aliyê rejîma Sûriyê û hemû aliyên dijberiyê, ji ber ku ne mûmkin e veguhastina  siyasî were encamdan bê çareserkirina vê dozê.
  • Pastina jin û mêrên sivîl li hemû beşên Sûriyê û li ser hemû astan, bi taybet jî di biwarên emnî, mirovî, tendirustî û aborî de, û divê ev yek pêşdestî be di plankirina hemû siyasetan de û ji aliyê hemû aliyên Sûrî, navherêmî û navdewletî ve di derbarê reftara di gel dosyaya Sûrî de.