Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Derbarê handana Nijadperestî  li Dijî jin û mêrên Sûrî li Tirkiyê

   Berî deh salan, welatê cîran, Tirkiye, penageheke ewle bû, ji bo bi hezaran jin û mêrên Sûriyê, yên ku  ji ber  bombebarana li ser kesên sivîl ji aliyê rejîma Sûriyê ve, koçber bûn. Û di vê demê de penaberên Sûrî rûbirûyê kêşe û encamên şer û mercên penaberiyê bûn.

  Li vî warê nû yê ewledar jî, hin tevgerên kesane yên nijadperist li dijî penaberên Sûrî hatin encam dan.

   Û kuştina xortekî tirk ê vê dawiyê, ku di encama pevçûneke di navbera hin ciwanên sûrî û yên tirk de ku li paytexta Tirkiyê, Enqerê, qewimî bû, yek ji bûyerên nijadperest li dijî xelkên sûrî bû. Berî vê yekê jî hin ciwanên Sûrî li ser destê  kesin nijadperest î Tirk hatibûn kuştin, ev bûyer bi rengekî ji rengan vê diyardeyê xurt dikin, û bandorek nerînî li ser hebûna kesên Sûrî li welatê penaberiyê dike, û wan rûbrûyî gelek astengiyan dike, ji ber sînordarkirina azadiya tevger wan, ûjiber nebûna destûrnameya sefer, kar, û sîgorta tenduristiyê.

  Em weke Tevgera Siyasî ya jinan a Sûrî, her şêwekî nijadperestiyê li dijî penaberên Sûrî li welatê mêvandar red dikin. Em hêvî dikin ku qanûnên Tirkiyê rola xwe di çareserkirina nakokiyên takekesî de bigirin, da ku rê li ber parêzvanên gotara nefret û nijadperestiyê bigire.

Bijî Sûriyê bi Gel û Xaka Xwe Ve

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî

In 13ê Tebaxa 2021ê