Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî ji bo şermezarkirina hemû cureyên biçûkxistin û tundûtûjiya li dijî jinan

Di şerê leşkerî û siyasî yê ku ji salan ve li qada Sûriyê diqewime, laşên   jinên Sûriyê weke çeka tolhildanê tê bikaranîn. Rêjîma Sûriyê ji aliyê xwe de di vî şerî de jin kirin zindanan û tundî li dijî wan bikar anî, her wiha li herêmên di bin desên hezên tundrew de, bi hênceta parastina jinan, ew hatine bêdengkirin û di malên wan  de hatin girtin. Di 

Qada nakokiyên siyasî yên di navbera kesên ku qaşo di xendekekê de ne, laşê jinan  ji  bikaranînê û tundî û stemkariyê bê par nebûye,  carinan bi navê ol, û carên din jî bi navê azadiya rama û derbirînê tê bikaranîn, û Jinên di nava xebatên siyasî de cih digirin rastî binpêkirinan tên, û ziyan xirabiyê dighînin  navûdengê wan, û ji bo şermezarkirin û handanê li dijî wan, jiyana wan a şexsî tên bikar anîn.

Azadiya derbirînê ji bo hemû mirovan rewa û parastiye, bi şertê ku ev maf ji bo domandina gotara kînê û handana tundiya devkî û wateyî ya li dijî jin û mêran neyê bikar anîn, an jî bi navê vî mafî êriş û sivikxistin bi rûmeta wan neyê kirin . û li ser bingehê ol, nijad an jî zayendî ti  cudahî li dijî wan neyî kirin.

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, hemû cureyê tundûtûjiya derûnî û exlaqî û sivkatiyê li dijî jinan şermezar dikin.  û em daxwaza rêzgirtinê ji bo jinên ku di karûbarên giştî de çalakin dikin, û em daxwaz dikin ku nakokiyên bi wan jinan re birêya rexnekirina helwest û ramanên wan, bên çareserkirina.

Herwiha em bi tundî ew tiştê ku karîkaturîstê Sûrî Elî Ferzat di belavoka xwe de  belavkirye, ku tê de xwest helwesta xwe ya siyasî li hember opozisyonê zelal bike, birêya heqaretkirin û biçûkxistina laşê jinê ev yek kiriye. Bi baweriya me, di belavoka wî de tundûtûjiya li ser bingeha cudahiya zayende û nelirêzgirtin û biçûkxistin ji laşê jinê re heye, û em vê yekê şermezar dikin.

                  Bijî Sûrîya bi Xak û Gelê Xwe 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûrî

Duşem 21ê Adar a 2022an