Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî li ser Dorpêça Daraa

  Hêzên el-Esed bi piştevaniya Rûsiyayê bajarê Deraa  li başûrê Sûriyê dorpêç kirine. Ev yek jî hewldaneke ji bo ku nişteciyên bajêr û grûpên çekdar neçar bikin ku çekên xwe yên sivik û giran radest bikin. Û wan têvedin da ku sepandina xalên leşkerî li taxên “Deraa al-Beled”  ku ji dema imzekirin rêkeftina çareseriyê ve di dawiya sala 2018an de ew li pêş hêzên emnî asê mabûn,  qebûl bikin.

  Û xwepêşandanên li dijî rejîma el-Esed, û redkirina hilbjartina wî , û daxwaza azadkirina girtiyan, her li vî bajarî berdewam kirine.

  Li Daraa el-Balad, zêdeyî deh hezar malbat di bin dorpêçê de ne. Di her demê de ew di bin metirsiya êrîşê de ne.

  Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, vê dorpêça neheq û siyaseta birçîkirinê şermezar dikin,  û her weha Tunebûna xizmeguzariyên bijîşkî ji ber kontrola rejîma Sûriyê li ser derbasgehên ku di rêya wan re kereste û karmendên bijîşkî tên derbaskirin, lê rejîm nahêle. Ev yek jî encamên wê yên xirab li ser jin û zarokan  hene, nemaze ku pêwîstiya wan bi serpereştiya tenduristî heye di demekê de ku vîrûsa covid 19 belav bûye. Di heman demê de, di sersiya bêdengiya civaka navdewletî de û lewaziya garantorê Rûsî di derbarê parastina hemwelatiyan de, li gorî rêkeftinên lihevhatinê, û piştgiriya wê ji rejîmê re, ev jî binpêkirin e ji biryara Netewên Yekbûyî  ya hejmar 2254 re.

     Bijî Sûrîye bi xak û gelê xwe ve

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî

Çarşem, 7ê Tîrmehê, 2021