Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Girtina Deriyên Sînorî li Idlib û Helebê: Metirsiyên Zêde û Bandorên Wêranker li Ser Niştecihan

 

Rewşa mirovî li Idlib û Helebê, deverên li derveyî kontrola rejîma Sûriyê, ber bi xirabûnê ve diçe ji ber zêdebûna tundiya leşkerî ji aliyê rejîma Sûriyê û hevalbenda wê Rûsîyê ve, û herwiha ji ber kontrolkirina deriyên sînorî ji aliyê rejîmê ve. Ev şert û merc pêvajoya derbaskirina alîkariyên mirovî aloz dike, ku di sê deriyên sereke re pêk tê: Bab El-Selame, El-Raî, û Bab El-Hawa, ku bi erêkirina rejîmê ye. 

Netewên Yekgirtî deriyê Bab el-Hawa wek tamareke jiyanê ji zêdetirî çar milyon Sûrî re dibîne, û birêkûpêk kirina wî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan pirr girîng e. Rêjeya alîkariyan li herêmê li gorî sala borî bi qasî nîvî kêm bûye, û ev dê xirabtir bibe ji ber ku Bernameya Xwarinê ya cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî bernameya xwe ya alîkariyê li Sûriyê ji sala 2024an ve bi dawî tîne. Hêjayî goinê ye ku kêmbûna alîkariyan dê jinan zêdetir tûşî xizanî û xirabbikaranînê bike.

Girtina van deriyên sînorî dê metirsiyan zêde bike, Ji ber ku civaka navdewletî nekariye biryara derbaskirina alîkariyan di sînor re dirêj bike bi sedema vetoya Rûsya û Çînê, ev yek jî dê bi giranî bandorê li xelkê ku bi tevayî jiyana wan bi van alîkariyan ve girêdayî ye. û metirsîyeke  zêde heye ku rejîma Sûrî van deryên sînorî wekî çekek şer bikar bîne, ku dibe sedema karesatên mirovî yên mezintir.

Ji ber vê yekê, divê civaka navdewletî bizavên dîplomatîk zêde bike ji bo fişarê li rejîma Sûriyê bike da ku deriyên sînorî vekirî bihêle û derbasbûna alîkariyên mirovî ewle bike. Eger deriyên sînor bên girtin, divê rêyên alternatîf ji bo gihandina alîkariyê werin peydakirin. Ji bilî bersiva bilez, divê em bala xwe bidin ser çareseriyên demdirêj ên wekî piştgirîkirina binesaziyê û bihêzkirina imkanên xwcihî ji bo çareserkirina krîzan. Herwiha Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, daxwaza dike ku giringîyek taybet bi piştgiriya jinan li van deveran pê dan, di heman demê de dabînkirina gihîştina alîkariyên mirovî û parastina tam ji wan re ji tundûtûjiyê û xirabbikaranînê.

Ji bo bidawîkirina hemû qeyranên li Sûriyê, pêwîst e fişar ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh li gorî biryarên navdewletî, bi taybetî ya 2254, were kirin ji bo bidawîkirina nakokîyan û vekirina rê li ber avadankirinê û vegera jin û mêrên derbider û yên penaberan.

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê

Sêşem, 5ê Kanûna 2023an