Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Tundûtûjiyên li dijî penaberên Sûrî li Tirkiyê

Dûbarebûna bûyerên tundûtûjiyê li dijî jin û mêrên Sûrî ku li  kolanên Tirkiyê dûbare dibin, û bûne reftarek asayî, rewşa dubendiya civakî di navbera welatiyên Tirkiyê û penaberên Sûrî de nîşan didin û vê cudahiyê bihêz dikin.

Herî dawî êrîşeke hovane li ser pîrejineke Sûrî ya 70 salî  bi navê Leyla Mihemed, hatiye kirin, dema nijadperestekî Tirk derbeyeke hovane bi lingê xwe li serê wê xist. Tişta ku  dibe cihê dilgiranî û hêrsa raya giştî li hember vê reftara ne exlaqî ew e ku ev reftar wekî tundûtûjiyeke ducarî tê hejmartin. Ew hem reftareke regezperestî ye û hem jî zayendî ye.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, van kiryarên ku gotara nefretê gur dikin, şermezar dike, û ji hukûmeta Tirkiyê daxwaz dike ku sûcdaran li gorî peymana 1951 û protokola wê ya 1967an ceza bike da ku ewlehiya jin û mêrên penaber  biparêze û mafên wan biparêze.

Her wiha Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, bang li rêxistinên navdewletî dike ku van dozan bi belge bikin û bişopînin da ku belavbûna wan di nav civaka penaberan de bê sînordarkirin.

 

Bijî Sûriye bi Xak û Gelê Xwe ve

 

Sekretariyeta  Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê

Çarşem, 1ê Hezîrana 2022an