Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di derbarê pêwîstiya dirêjkirina mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovîde ji bo Sûriyê

   Em li ber karesateke mirovî ne, ku zêdetir ji du milyon mirovên sûrî di bin metirsiyê de ne, li pêş egera nûkirin an jî nûnekirina biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2585, ji bo sala 2021 an. EW Jî di derbarê “tamarê jiyanê” de, ji bo gihandina alîkariyên mirovî, piştî ku derbaskirina alîkariyan bi tenê di rêya derbasgeha “Bab el-Hawa” re hatibû destûrdan.

    Ji ber bisiyasetkirina Rûsya ya ji bo dosya alîkariyên mirovî,  û nekarîna civaka navneteweyî ji bo bêalîkirina vê dosyayê ji ibtîzaza siyasî di Encûmena Ewlekariyê de:

    Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, dibîne ku pêwîst e tevgerek cidî bê kirin ji bo cudakirina  dosyayên mirovî ji hevkêşeyên siyasî.

   Tevger herwiha dibîne ku  Netewên Yekgirtî  berpirs e di ber encamên têkçûna rewşa mirovî li navçeyên derveyî kontrola rejîmê de.

   Tevger herwiha hişyariyê dide li ser karesata mirovî ya ku dê biqewime, û daxwazê ​​ji Netewên Ykgirtî dike ku çareseriyan peyda bike  ji bo gihandina alîkariyan ji kesên hewcedar re bi şêweyekî  rasterast, bê sînor û  bê merc, û bêyî ku di rêyên desthilata rejîmê re derbas bibin.

 

  Bijî Sûriye bi Xak û Gelê Xwe

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê

Sêşem 12ê Tîrmeha 2022an