Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Di Heftemîn Salvegera Komkujiya Kîmayayî Ya Xûteyê de

Îro heftemîn salvegera êrişa rejîma Sûriyê bi çekên Kîmyayî li ser Xûteya Şamê ye ku di 21ê tebaxa 2013an de hatibû encamdan, û bubû sedema jiyanjidestana bi sedan kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, herwiha bi hezaran kes  tûşî zehmetiyên henasedan û xenqînê hatibûn.

Iro, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê helwesta xwe bi piştevaniya malbatên qurbaniyan nû dike, ku hîn jî li benda sizadana tewanbaran in, û li bendê ne ku civaka navdewletî sozên xwe bicî bîne, û bi cidî li dijî binpêkirin û derbaskirina  “xetên sor” ji aliyê rejîma Sûriyê , wekî ku civaka navdewletî di wê demê de digot.

 Êrîşa rejîma Sûriyê bi çekên kîmyayî li ser Xûteya Şamê wekî êrîşeke bi çekên kîmyayî ya herî dijwar di cîhanê de tê hejmatin, piştî pejirandina Peymana qedexekirina çekên Kîmyayî ya ku di Nîsana 1997an de hatiye pejirandin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekeziyê li ser girîngiya sizadan û standina tedbîrên  rasteqîn li dijî vê rejîma sûcdar dike. Û em bang li civaka navdewletî dikin da ku bi erkên xwe rabe û sûcdar werin darizandin, û tawana rijandina xwîna  gelê Sûriyê bi demê re ji nav naçe.  Û bêkarîtiya civaka navdewletî û çavgirtina li ser van tawanan rê ji bo dubarekirina wan bi gelek form û şêweyan vekiriye.

Tevgera Siyasî ya Jinsn a Sûriyê careke din tekeziyê li ser baweriya  xwe bi çareseriya siyasî ku take çareseriye ji bo Sûriyê, û vegera danûstandinan bo bidestxistina aramiyê û bidawîhênana şerê ku ev çend salan berdewam e, bi xebata ji bo encamdana veguheztineke siyasî, û  pêkanîna demokrasiyê, û bicîhkirina biryara Encumena Ewlehiya Navdewletî ya hejmar 2254, dike.

Dilovanî bo giyanê şehîdan, azadî bo girtiyan, û serkeftin ji gelê me yê mezin re

Sekretariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye

În 21 Tebaxa 2020ê .