Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji bo Tekeziyê li ser Mafên Penaberên Jin û Mêr û Banga Lêkolînê li ser karesata Deryayî ya li Deryaya Yunanistanê Qewimîye

 

    Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê; Di Roja Cîhanî ya Penaberan de, em tekezî li ser girîngiya rêzgirtin û parastina bi tevahî ya mafên jin û mêrên penaber dikin, û dil û ramanên me ligel 108.4 milyon mirovên ku li çar aliyên cîhanê ji ber guvaş, pevçûn, tundûtûjiyê , binpêkirinên mafên mirovan û bûyerên ku bi şêweyekî metirsîdar sîstema giştî li seranserê cîhanê têk dikin, ew neçar bûne ku bi zorê welatên xwe biterikînin . Em dibînin ku mafê her kesî heye ku bi ewlehî û rûmet bijî, jin û mêrên penaber jî ji vê yekê ne cuda ne, nemaze jin û mêrên Sûrî.

  Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de; Em şokbûn û xemgîniya xwe ya kûr diyar dikin, û bûyera trajîk a ku roja Çarşema borî li kenarên Yewnanîstanê qewimî şermezar dikin, ku herî kêm 81 kesî jiyana xwe ji dest dan û 500 kesên din jî winda ne. Li gorî agahiyan, keştiya ku binav bû ji Tobrûka Lîbyayê bi rê ketibû û ber bi Îtalyayê ve diçû. Bi sedan kes  di wê belemê de hebûn, dibe ku 750 koçber, di nav wan de jin û zarokên Sûrî jî hebûn.

Ev trajediya hanê bîranîneke tund e bi metirsiyên  rû bi rûyê wan kesên ku ji bo xwe û zarokên xwe li jiyaneke çêtir digerin. Hin rapor derketin holê dibêjin ku  bangên hewarxwestinê  yên koçberan ji hêla Ewlekariya kenaran ve hatine paşguhkirin.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de tekez dikin ku pêwîstî bi lêkolîneke navdewletî ya serbixwe li ser vê karesatê heye, û em piştgiriya bangewaziyên daxwaza vekirina lêkolînê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve dikin. Her wiha em daxwaza guhertina siyasetên heyî yên ku penaberên jin û mêr di rewşên metirsîdar de dihêlin, dikin. em piştevaniya  dirustkirina sîstemeke nû dikin ku maf û rûmeta wan biparêze, ji ber ku ew hêjayî ewlehî û parastinê  ne, ne ku wekî barêgiran an wek pirsgirêkek siyasî bên hejmartin.

Derbarê kirîza penaberiyê ya jin û mêrên Sûriyê de, ew bêyî veguheztina siyasî  li Sûriyê çareser nabe,   çareseriyeke ku maf û rûmeta hemû jin û mêrên Sûriyê biparêze. Ji bo vê yekê jî pêbendbûn bi biryarên navdewleî, bi taybetî jî biryara 2254 pêwîst e. Em bang li hemû welatan dikin, bi taybetî welatên cîranên Sûriyê, ku pabend bin bi mafê jiyaneke ewle û bi rûmet û garantîkirina parastin û vegera dilxwazî, ewle û bi rûmet a hemû jin û mêrên penaber.

Di dawîyê da; Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin ji ber mirina kesûkarên wan. Her jiyanek winda trajediyek nirxgiran e, û neynika têkçûna mezin a pêşkêşkirina parastinê ji mirovên ku li jiyanek çêtir digerin re ye.. Em bang li her kesî dikin ku bi penaber û koçberan re pişgiriyê nîşan bidin û ji bo  parastina wan û garantîkirina mafên wan ên bingehîn bixebitin. Bi tu awayî em nikarin dubarebûna van karesatên trajedîk qebûl bikin.

 

Dilovanî ji bo giyanê qurbaniyan 

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Sêşem 20ê hezîrana 2023an