Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê li ser Zêdebûna Tundiyê li Bakur û Bakur-rojhilatê Sûriyê

 

Li herêmên bakur û bakurêrojhilatê Sûriyeyê  operasyonek leşkerî dest pê kirye, û cih û naveyên cuda dike armanc. Tirkiyê  dest bi bumbebarankirina navçeyên bakûrêrojhilatê Sûriyê kir, û ev oparasyon, wek ku Tirkiyê ragihand, bersive li ser teqîna vê dawiyê ya ku li Stenbolê rû da bû, û Partiya Yekîtiya Demokratîk û PKK bi encamdana teqînê hatin tohmetbarkirin, û ev yek jî ji aliyê wan ve hat redkirin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku Tirkiye, di dema ku ew ê guncaw bibîne, dê dest bi êrişa bejayî bike. 

Operasyonên leşkerî zêde bûne, û bûne sedema kuştin û koçberkirina sivîlan, û bi vê yekê metirsî heye ku perçebûna civakî ya Sûriyê zêdetir bibe. 

Di van hemû tiştên diqewimin de, welatên destwerdan û bibandor di rewşa Sûriyê de, di nav de jî welatên garantor li Astana, û welatên Hevpeymaniya rojava ku piştgiriya Rêveberiya Xweser li bakurêrojhilatê Sûriyê dikin, nikarin bigihin lihevkirinekê, û dixwazin berjewendiyên xwe, li ser hesabê jin û mêrên sûriyê, biparêzin. 

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye, di wê baweriyê de ne ku li Sûriyeyê ji bilî çareseriya siyasî ya berfireh ti çareserî nîne. û em dibînin ku ev zêdebûna tundûtûjiyê metirsiyek e li ser pêvajoya siyasî ya ku ji xwe berê têk diçe, û xeteriyek nû li ser yekitiya Sûriyê û yekîtiya gelê Sûriyeyê pêk tîne. Herwiha em ditirsin ku ev operasyona leşkerî bibe sedema koçberiyek û derbiderkirinek nû ya xelkên sivîl li wê deverê, û rûdana karesateke mirovî li wir.

Em daxwazê ​​ji hemû welatan û civaka navdewletî dikin ku ji bo bidawîkirina operasyonên leşkerî, û vegera prosesa siyasî kar bikin, û Sûriya nebe qadeke çareserkirina hesabên van welatan û pirsgirêkên wan ên navxweyî. Her wiha em daxwaz dikin ku  xelkên sivîl bi temamî nebin armanên vê tundûtûjiyê, heta ku bê rawestandin. Û her wiha dezgehên hikûmetê, bîrên neftê, û jêrxanên ku yên hemû xelkên Sûriyê ne, nebin armanên topbarankirinê.

Û em bang li hemû jin û mêrên Sûriyê dikin, ku girêdayî berjewendiyên hêz û welatên derveyî Sûriyê nebin, û hemû helwest û biryarên wan ên siyasî tenê ji bo xizmeta berjewendiyên Sûriyê û gelê Sûriyê bin.

Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê, her tim li gel mafên gelê Sûriyê ye ji bo jiyaneke bi rûmet û azad.û Tevger daxwaza pêşxistina prosêsa siyasî dike, ji bo bighêjin Sûriyeke azad, Sûriye dewletek hemwelatiyê ji bo hemû welatiyên xwe be.

 

Bijî Sûriye bi Xak û Gelê Xwe ve

 

 Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

În 25ê Mijdar a 2022an