Daxuyaniya Tvgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Derbarê Komkujiya Taxa El-Tedamon
- updated: May 12, 2022
- |
Ew vîdyo û vekolîna ku ji aliyê rojnameya Guardian a Brîtanî ve hatine weşandin, û tê de îdamkirina bi komî ya bi dehan jin û mêrên sivîl, ku di sala 2013an ve çekdarên rejîmê li taxa El-Tedamon li Şama paytaxt, kiriûn, hat eşkere kirin. Van parçe vîdiyoyan dosyayên tawanên ku rejîmê di salên borî de pêk anîne, ji nû ve vekirin. Komkujiya taxa El-Tedamon a sala 2013’an tenê yek ji gelek sûc û komkujiyên bêbext bû.
Ji destpêka şoreşê ve di sala 2011an de, her rejîm rijd bû ku komkujiyan li dijî sivîlan bike. Wek Komkujiyên: El-Beyda, El-Houla û El-Sa’a li Humsê, û her wiha li Dêra Zorê, Reqa, Daraa û bajarên din ên Sûriyê, ev komkujî bersiva rejîmê bûn li ser daxwazên rewa yên jin û mêrên Sûriyê ku tenê daxwaza wan azadî û rûmet bû.
Di her derfetê de rejîmê îsbatkiriye ku çewsandin û komkujên dubare yên ku dike, beşeke ji rêaza wê ya hovane ku li dijî jin û mêrên Sûriyiye û xwîna wan dirjîne. Her wiha wan komkujiyan jî rûyê rast ê qurbaniyên sivîl eşkere kirin, û derewên îdiayên rêjîmê di şerê li dijî terorê de eşkere kirin.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê, komkujiya taxa El-Tedamon şermezar dikin. weke ku me yên beriya wê şermezar kirin, û em dibînin ku civaka navdewletî berpirsyare ku dawî li vê rejîma çete ya ku rêz û yasayên navdewletî binpê dike, bîne, û em daxwaza azadkirina Girtî û kesên winda û bêserûşûn dikin, û daxaza vekirina dosyayên berpirsiyarî û dadgehkirina hemû tawanên cengê, û tawanên li dijî mirovatiyê dikin.
Dilovanî ji bo şehîdan, azadî ji bo girtiyî û winda û bêserûşûnan çi jin çi mêr, û serkeftin ji bo gelê me yê mezin.
Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê
Pêncşem 12 Gulana 2022an