Daxuyaniya Tvgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Derbarê Komkujiya  Taxa El-Tedamon

Ew vîdyo û vekolîna ku ji aliyê  rojnameya Guardian a Brîtanî ve hatine weşandin, û tê de îdamkirina bi komî ya bi dehan jin û mêrên  sivîl, ku di sala 2013an ve çekdarên rejîmê  li taxa El-Tedamon li Şama paytaxt, kiriûn, hat eşkere kirin. Van parçe vîdiyoyan  dosyayên tawanên ku rejîmê di salên borî de pêk anîne, ji nû ve vekirin. Komkujiya taxa El-Tedamon a sala 2013’an tenê yek ji gelek sûc û komkujiyên bêbext bû.

Ji destpêka şoreşê ve di sala 2011an de, her rejîm rijd bû  ku komkujiyan li dijî sivîlan bike. Wek  Komkujiyên: El-Beyda, El-Houla û El-Sa’a li Humsê, û her wiha li Dêra Zorê, Reqa, Daraa û bajarên din ên Sûriyê, ev komkujî  bersiva rejîmê bûn  li ser daxwazên rewa  yên jin û mêrên Sûriyê ku tenê daxwaza wan  azadî û rûmet bû.

Di her derfetê de rejîmê  îsbatkiriye ku çewsandin û komkujên  dubare yên ku dike, beşeke ji rêaza wê ya hovane  ku li dijî jin û mêrên  Sûriyiye û xwîna wan dirjîne. Her wiha wan komkujiyan jî rûyê rast ê qurbaniyên sivîl eşkere kirin, û derewên îdiayên rêjîmê  di şerê li dijî terorê de eşkere kirin.

 Em wek Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê, komkujiya taxa El-Tedamon şermezar dikin. weke ku me yên beriya wê şermezar kirin, û em dibînin ku civaka navdewletî berpirsyare ku dawî li vê rejîma çete ya ku rêz û yasayên navdewletî binpê dike, bîne, û em daxwaza azadkirina Girtî û kesên winda û bêserûşûn dikin, û daxaza vekirina dosyayên berpirsiyarî û dadgehkirina hemû tawanên cengê, û tawanên li dijî mirovatiyê dikin.

 

Dilovanî ji bo şehîdan, azadî ji bo girtiyî û winda û bêserûşûnan çi jin çi mêr, û serkeftin ji bo gelê me yê mezin.

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê

Pêncşem 12 Gulana 2022an