Derencamên Şerê Rûsî-Okranî li Ser Doseya Sûrî

Vegera ji bo emparatoriya Rûsî 

Rûsya ku ji sala 2000 û ta îro jêr serokatiya Putin de ye, hewl dide şikomendiya emparatoriya xwe di nav civaka navdewletî de vegerîne, ew jî piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêt. Weke her desthilatdariyeke totalîter, Putin saman û dahatên welat bukaranîn daku desthilata xwe li bihêz bike û dest deyne li ser welatên derdorê, û hewl da destêwerdan di rîjîmên desthilatdar li komafên berê yên Yekîtiya Sovyêt de bike, da ku jê re bibin piştevan, û pişt bi bîrokeya populîzm li ser nasnameya Rûsî û deşta Orasî girêda.

Ev yek jî sala 2009 li Çîçanê rûda, û Putin dan bi serxwebûna herdu deverên Osîtiya Başur, û Ebxaziya da, ku 20% ji xaka Corciya pêk tînin, û hebûna leşkeriya Rûsî li wor zêde kir, serokê Corcî jî got ku ev yek xemsarî bû ji aliyê Rojava. 

Tevî ku  wezîra derve yê Ywkîtiya Ewropa Fêdêrîka Mogîrînî ev hebûna Rûsî şermezar kir, û weke binpêkirin ji yasya navdewletî re binav kir, firehbûna Rûsî zêde bû, û giha nîvgirava Kirmiya ya Okranî sala 2014, ew jî di encsma nehevsengiya li başur û rojhelatê Okraniya.

Civaka navdewletî ev kiryar şermezar kir, û weke binpêkiri  ji rêkeftinên wajokirî navbera Rûsya û okranya binav kir, ku ew rêkeftin li ser yekbûna xaka Okranî tekez dikin. Lê hestê Putin bi mezinbûnê û xewna wî ya emparatorî û arezûya vegera Rûsya sîzerî heye, baweriya wî jî bi pransîpên rojava naye, weke demokrasî û lîbralîzmê, herwiha her pransîpeke dijî konsêpta wî derbarê dewletê naye. Putin jî dewletê weke desthilatê dibîne ew desthilat jî aramî û hevsengiya dewletê û serweriya wê diparêze.

 

Dubare Dabeşbûna cîhanî

Putin dest bi komkirina artêşa Rûsî kir, da ku Okraniya ya serbixwe dagîr bike, û hemû rêkeftinên navdewletî binpê kirin, û êrîşa xwe li ser dewleteke serbixwe amade kir, ev yek jî welatên rojava û ewropî tûre kir, ji ber derencamên tirsnak li ser cibê ciyosiyasî yê Okraniya digire, weke devereke hestiyar navbera Rûsya û Ewropa û welatên dinên hevpeymaniya NATO, û hin dewletên din.

Ev bûyer hêla cîhan catek din dabeş bibe, weke serdema şerê sar navbera Rûsya û Amêrîka. Ku Putin bawer bû şerê li ser Okranya dê weke dagîrkirinên din be, û Okranî dê bi gul û kulîlikan pêşwaziyê li serbazên Rûs bikin.

Pişta xwe jî bi dabeşbûna rojava girêda, da ku rojava neçar bike danûstandinn pêre bike, û sûtemenî û gaza Rûsî weke fişarekê li ser Ewropiyan bikar anî, herwiha bawer bû ku dê mercên xwe bisepîne li ser bingiha hemarengiya nijadî li Okraniya.

 

Zindîkirina doseya Sûrî

Pirsa Sûriyê di heman asta girîngiya doseya Okranî de ye,ew jî ji ber sedemên ciyosiyasî, ku Rûsya pişt pê girêdabû ji bo vegere meydana navdewletî weke hêzeke mezin, jêr sîbera nebûna stratîjiyên xwecihî û navdewletî li Sûryê. Sûrya jî dê bibe devereke aram ji Rûsyê re li aliyê rojhelat, bi taybet piştî ku Rûsya li Lîbya biser neket, û qebûlkirina tevahiya cîhanê bi kontrolkirina Putin ji Sûryê re, ev hemû bûne sedem ji bo dagîrkirina Okarnya, hikûmeta Şamê jî alîkariya vê yekê dike, bi taybet ku pêwendiya navbera Rûsya û Sûryê vedgere serdema Sovyêt.

Rûsya li ser dirêjahiya deh salan piştevaniya hukûmeta Şamê kir, û hewlên gelek dan da ku rijîma Beşar Elesed berdewam be, û rê li ber çareseriya siyasî girt, ku fişar nexiste ser rijîma Sûryê ds ku pabendî biryarên navdewletî bibe, bandora vê yekê jî li ser danûstandinên Cênêv hebû, û danûstandin çûne Astana û Sûçî.

 

Bandora fişara rojava li ser hebûna Rûsya li Sûryê

Livîna yekgirtî û bilez a Ewropa û hevpeymaniya NATO bihevre, bûne fişarek sereke da ku Rûsya li Okranyzyê firehtir nebe, bi rêya sepandina sizayan û gelek rêkarên din ku dikarin hêza Rûsyê lawaz bikin, bi taybet li Sûryê jî. Ku deh firoke ji bingeha leşkeriya Himêmîm kişandin, û hêzên Rûsî ku li hin cihan li Sûriyê xwe girtine bên vekişîn. Ev yek jî rijîma Sûryê lawaz dike, jêr sî era mijûlbûna Rûsya, herwiha rê dide Îranê ke hebûna xwe li ser xaka Sûryê firehtir bike.

Piştî ku rojava hewl da abûra Rûsyê ya westiyayî bi sedema şerê li ser Okarnya lawaztir bike, û hebûna Rûsî li deverê sist bû, divabû welatên Erebî berhema xwe ji gaz û neftê zêdetir bikin, ji bo bişînin Ewropa, û bibe altêrnatîv ji gaza Rûsî, lê Seûdî û Îmarat xwe dûrî kirîza Rûsî-Okranî kirin, û piraniya welatên dinên Erebî ew êrîş qebûl nekirin. Zêdebarî wê yekê, ew hewl dê bibin sedem ji bo rêgirî hember firehbûna desthilata Îranê, ku bû altêrnatîv ji Rûsyê re di piştevaniya rijîma Sûrî re.

Hewlên Amêrîka ji bo yekkirina deverên jêr kontrola Tirkiyê û hevpeymaniya navdewletî diyar bûn, ew jî da ku fişarê bixe li ser rijîma Sûryê û lawazkirina Îranê, ew hewl jî ta niha biser neketine ji ber tirsa Tirkiyê ji hebûna HSDê li ser sînorên wê, û hîn hewl berdewam in ta weke rêkeftinên din derbarê hebûna leşkeriya cuda li deverê bên szzkirin.

 

Kirîza Sûryê jêr bandora biryarên navdewletî

Bêguman doseya Sûryê ketiye jêr bandora nakomiyên navdewletî û herêmî, û çareseriya siyasî ne diyare, û li gor berjewendiya wan welatan diçe, di çarçobeya rêkeftin û peymanên navbera welatên çalak di pirsa Sûryê de. Herwiha dê jêr bandora çarenivîsa pirsa Rûsî-Okrznî de bimîne, û şiyans Amêrîka û Rûsya di veqetandina kiryarên xwe ji hev li Ewropa û rojhelata navîn de.

Divê em balê bikşînin li ser vegerê ji bo biryarê neteweyên yekgirtî, bi taybet biryara 2254, û tevlîkirina welatiyên Sûrî di proseya siyasî de, û pişt bi dadmendiya veguhêz bê girêdan, û vegera dilxwaz û ewle ya penaberan, û bidawîanîna hemû corên guhertina dîmografî û dagîrkirinê, bi mebesta bidawîanîna tajîdiya wan, û bidestxistina mafê diyarkirina çarenivîsê.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê