Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Di Sê Salan de

 *Lîna Wefaî

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, vê dawiyê, Konferansa xweya sêyemîn li dar xist. Konferans ji ber mercên dûrketina civakî ya navdewletî, ku ji bo parastinê ji vîrusa korona,  bi rêya online pêk hat.

  Konferans di bin diruşma “Bê Jinan.. Rewayî tune” lidar ket, ev yek jî piştrastikirine ji encamên konferansa Tevgerê ya damezrîner re ye, ku yek ji encaman”:Avakirina dewletek demokratîk a piralî li ser bingehên wekheviya hemwelatiyan, bêyî cûdakarî di navbera hemwelatiyan de li ser bingeha zayendî, nijadî, olî, mezhebî, herêmî an bingehek din. Dewleta qanûnê ku cûdakariyî di naver mêr û jinan de ne be.bi misogeriya destûreke li gor zaynda civakî, da ku  bibe bingehek ji bo rakirina her cûre cûdakariya li dijî jinan di hemî astên siyasî, yasayî, aborî, civakî û çandî de, li ser bingeha hemî peyman û rêkeftinên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan, nemaze Peymana CEDAW.

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, diruşma ” Jin Beşdar Nebe.. Rewayî tune ye ” ji bo  konferansa xwe ya îsal  hilbijart ye, weke redkirin li ser hewlên marjînalkirina jinên Sûrî, nemaze di warê siyasî de, û da tekez bikin  ku dewleta hemwelatiyê ya xwestin bêyî hemû mafên jinan nayê avakirin.

   Gengeşeya li ser rewayîyê di vê demê de, êdî giringiyek teybet distîne, weke redkirin li ser hilbijarina ne rewa ku rêjîmê vê dawiyê pêk anî, Ku beşek mezin ji miletê Sûrî, penaber û koçber, û her kesê ku li deverên derveyî kontrola rêjîmê ne, beşdar nekirin. Lê rêjîmê wek her car, sextekarî kir û bigefan hilbijartin li ser kesên di bin kontrola xwe de ferz kir.

   Daxuyaniya dawîn a Sêyemîn Konferansa Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, tekezî li ser ne rewabûna hilbijartinên vê dawiyê kir, di heman demê de tekez kir ku her hilbijartinek çi  îro be û çi di  pêşerojê de, bêyî beşdariya jinan wê ne rewa be. 

Her wiha di daxuyaniyê de hatiya: “Her hilbijartin rewayiya xwe ji wê yekê werdigirin di rêya dabînkirina beşdarbûna hemû Sûriyan, bi jin û mêran, li her devereke ku lê dimînin, û her proseseke hilbijartinê ya bê de divê beşek be ji veguhestina siyasî li gorî biryarên navneteweyî yên pêwendîdar û bi çavdêriya navdewletî, û li ser bingeha destûra nû ku gelê Sûriyê dê wê binivîse, û pêwîst e rêkar bên girtin ji bo garantîkirina beşdarriyeke rasteqîn a jinan di hilbijartinan de û xwekandîdkirin ji bo hemû postan, û pejirandina vê yekê di destûr û yasaya Sûrî de”.

      Di çalakiyên xwe yên navxweyî de, Sêyemîn Konferansa Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, rewşa rêxistinî ya navxweyî ya tevgerê û  karê komîteyên wê yên cûrbecûr gotûbêj kir. Taybetmendiya Tevgerê ew e ku xebata sivîl û siyasî bi hev re dike, bi vê yekê jî, ew dibe xwediyê binyateke rêxistinî ya nerm ku jê re dibe alîkar ku herdu rolan bi hev re pêk bîne, her wiha raporta wê ya siyasî ya salane hate gengeşekirin, û daxuyniya dawî hat nivîsandin di rêya analîzekirina raporta siyasî re.

     Her wiha Sêyemîn Konferansa Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî çalajiyên derekî jî kirin, ji wan pêşkêşkirina gotinekê di Encûmena Asayişa Navdewletî de di rûniştineke taybet de li ser rewşa Sûriyê. Di vê gotinê de, Tevgerê tekez kir ku alîkariyên mirovî, tevî girîngiya wan a mezin ji bo gelê Sûriyê, têrê nakin, û divê prosesa siyasî bê pêşdedan berve çareseriyeke siyasî giştgîr li gorî daxuyaniya C enêv1 û biryara Neteweyên Yekbûyî hejmar 2254 ,biryarên navdewletî yên pêwendîdar, çareseriyek ku dawiyê bi êş û azarên Sûriyan li her cihekî, û li jêr kontrola hêzên De facto yên cuda bîne û vegera koçber û penaberan ji bo cihê niştecîbûna wan ê resen gerantî bike, û binpêkirinên ku gelê Sûriyê li ser destê hemû aliyan rastî wan tê bên ragirtin.

Yek ji çalakiyên derekî her wiha rûniştina dawî ya konferansê bûye ku tê de mêvandariya rêzdrar Xewla Metir, alîkara şanderê navdewletî bo Sûriyê, rêzdar Geir Pedersen, hate kirin, her wiha mêvandariya hejmarek ji şanderên welatan bo Sûriyê kir û her weiha nûnerên hin wezaretên derve, tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ku girîngiyê didin rewşa Sûriyê. Di rûniştina dawî de, daxuyaniya dawî ya kobferansa Tevgerê hat xwendin, her wiha jî hin endmên jin û mêr ên Tevgerê gotin û nêrînên xwe pêşkêş kirin û tê de tekezî li ser wê yekê kirin ku     Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî heman helwestê û bi heman pîverê li ser hemû bipêkirinên ku li dijî gelê Sûriyê tên kirin radiweste her çi alî be bila bibe. Her wiha tekezî li ser rola Tevgerê kirin di çareserkirina cudabûna civakî de ku ji encamên salên dirêj ên Dîktatoriyetê e û salên şer ew cudabûn kûrtir û dijwartir kirine, piştî ku şoreşa me ji encama tundûtûjiyê bûye şer. Ev rola ku Tevger wiha dibîne ku ew dikare bilîze ji ber ku di binyata xwe de Sûriyan, bi jin û mêran ve, di nav xwe de dicivîne, ji ber ku endamên wê yên jin û mêr li ser tevahiya xaka Sûriyê belavbûyî ne û her wiha jî li tevahiya welatên ku revend Sûrî li wan heye, û li her devereke ku Sûrî lê dimînin. Gotin û nêrînên endaman her wiha tekezî li ser mafê vegera xwebexş û ewle ya penaberên jin û mêr kirin, vegereke ku rûmreta wan biparêze, û tekez kirin ku Sûriyê hîn welatekî ne ewle ye û dê wisa jî bimîne meger dîktatoriyet maye, û ew dê nebe welatekî ewle eger çareseriyeke siyasî giştgîr neyê peydakirin. Endaman, di gotinên xwe de, daxwaz kirin ku lêkolîneke nvdewletî di derbarê çarenivîsa girtî û windakiriyên bi darê zorê yên jin û mêr de bê kirin. Her wiha daxwaza wê yekê kirin ku deriyên sînorî di rûyê alîkariyên mirovî de neyên girtin, û derfet ji bo rejîma Sûriyê nayê dayin ku ku gihandin û dabeşkirina alîkariyan kontrol bike da ku ew wan wekî amûrekê ji bo fişarê li ser opozisyonê yan jî ji bo xelatkirina alîgirên xwe bikar neyine.

Tevgera Siyasî a Jinan a Sûrî di meha Mijdara sala 2017an de hat damezirandin, ew ji encama civîna çend jinên siyasetmedar û çalakvan li Parisê bû, weke pesisvdanekê li ser marjînalekirina siyasî ku ji bo demeke dirûj li dijî jinên Sûriyê dihat kirin. Di nava van salan de, Tevger di warê rêxistinî de  geş û berfireh bû, ş êdî endamên  jin û mêr li ser tevahiya xaka Sûriyê belavbûyî ne û her wiha jî li tevahiya welatên ku revend Sûrî li wan heye tevlî refên wê bûn ku tişta hevbeş di nav wan de kar ji bo Sûriyeya siberojê ye. Endamên Tevgerê, bi jin û mêran ve, ji hemû temenan hene û xwedî ezmûn û şarezayiyên cihêwaz in. Di nav Tevgerê de, em kesên bi temen û xwedî ezmûn li tenişt genc û ciwanan dibînin, ji ber ku xebata jinparêziyê tê wateya rakirina sitemê ji ser herîneke civakî ya marjînalekirî. Lewma Tevger girîng dibîne ku rol ji bo genc û cuçiwan, keç û kur, bê dayin, ji ber ku ew bi vê yekê xwîn û nêrînên nû tevlî xebata siyasî û jinparêzî dike, û rê li pêş ciwanên keç û kur vedike da ku ezmûn û şarezayiya pêwîst werbigirin. Û ji ber ku Tevger xemxwerê pêşkêşkirina van ezmûn û şarezayiyan e ji bo genc û ciwanên keç û kur, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, di van demên dawî de, bernameyeke rêberiya siyasî pêşkêş kir, ku bernameyeke rahênana siyasî ya navxwe ye, û tê de, kesekî xwedî ezmûn û ciwanek, keç an kur, bi hev re tên civandin, da ku ezmûn bi hev bên guhertin, û bi vî şêweyî, zanyariyên kesê xwedî ezmûnên siyasî tên nûkirin, û ji dogmayê tên rizgarkirin, û li hember jî ew ezmûn ji bo nifşên ciwanan tên veguhestin.

    Di heyama 3ê salan de, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî xemxwera wê yekê bû ku ne tevgereke sergirtî be û di pêwendiyê de be ligel tevger û jinên din da ku nêrîn bi hev bên guhertin. Di riya bernameya şêwirên niştimanî re ku, ji 3ê salan ve destpê kiriye û heta niha berdewam e, Tevger xemxwera wê yekê bûye ku li ser nêrînên jinên Sûriyê raweste, li hindur û derveyî welêt, li cihên niştecîbûna wan ên cuda, li jêr kontrola desthilatên De Facto yên cuda jî, û her wiha xemcwera wê yekê bûye ku nêrînên wan di derbarê babetên herî girîng li ser rewşa Sûriyê bigihîne navendên çêkirina biryar xwecihî û navdewetî, riya belgenameyên xwe yên siyasî re.

    Ji ner baweriya wê bi karê hevbeş, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî kar ji bo girêdana hevpeymaniyan û lihevkirina bi hêzên siyasî û jinparêz ên Sûrî yên cuda kar kiriye, û her dem hewl daye ku xaleke hevbeş ligel wan bibîne da ku di riya wê re xebateke hevbeş ji bo demokrasiyaya Sûriyeya siberojê bê kirin.

    Li asta kesayetî, Tevgerê gelek pêşkêşî min kir, ji civîna wê ya damezrîner ve û heta niha, wê xewna min a herdemî pêk anî, ku ez xebata xwe ya siyasî ku vedigere salên heştiyan ji sedsala borî û xebata xwe ya jinparêziyê ku bi şoreşa Sûriyê re destpê kirin, bi hev re bicivînim û bi hev re bikin. Lê wê di riya bernameya şêwirên niştimanî re – ku ez şanziyê bi beşdariya xwe di tîma wê de dikim- Tevgerê alîkariya min kir da ku pêwendiyê li gel jinên welatê xwe bikim, û di rewşa wan bigihim, û hişt ku ez bêhtir girêdayî xaka welatê xwe bim, û ji wan zanyariyên xwe werbigirim, û bi hev re nêrînekê dirust bikin, û li mîkanîzmayekê ji bo guhertina rewşa wan a sitemkar bigerin.

    Pirs li vir ev e: Gelo, piştî 3ê salan,  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî armancên xwe pêk anîne? Riya demokrasiyê ya Sûriyê dirêj e, û riya jinên Sûrî ji bo gihaştina bo mafên xwe dirêjtir e, lewma ew ji dil û can û bi bênfirehî kar dike û rê nade ku bêhêvîtî wê vegire tevî hemû zehmetiyan. Ev tevger nehatiye damezirandin da ku tenê ji bo niha be, lê ew hêvîdar e ku di nav siberoja Sûriyê de be, û bawer e ku jinên Sûrî dê rojekê ji rojan bigihêjin armancên xwe, her çendî rê dirêj be. 

Têbînî: Ramanên di vê nivîsê de taybet bi nivîskar in û ne merc e ku nîşanderê helwesta Tevgerê bin.